Rastiya Herî Raser û Bêdengmayîn
Rastiya Herî Raser û Bêdengmayîn
Dema weşanê: Adar 19, 2019, 12:00 Dîtin: 683
Rastiya Herî Raser û Bêdengmayîn 
Çend şagirtên zanayekî hindû, rojekê jê dipirsin, dibêjin: ‘Li gor baweriya te, rastiya herî raser û gewremend çi ye gelo?’ Zana dengê xwe nake û bêdeng dîmîne. Li ser vê yekê şagirt pirsa xwe dubare dikin û bi inyad li benda bersiva wî dimînin. Li ser vê inyada şagirtan, zana wiha wan dibersivîne: ‘Çima hûn wisa bi inyad in? Ne min bersiva we daye. Baş bizanibin ku rastiya herî raser û gewremend, bêdengî ye, bêdengmayîn e.’ 
 
Ali Gurdilî
12.04.2016