Romana ‘Koçero’ û Bîranînên min yên Zarokatîyê
Romana ‘Koçero’ û Bîranînên min yên Zarokatîyê
Dema weşanê: Nîsan 26, 2019, 8:09 Dîtin: 1828
Romana ‘Koçero’ û Bîranînên min yên Zarokatîyê 
Berîya çend rojan, li bajarê Îzmîrê fuara kitêban hebû û ne xelet bim, roja 14ê nîsanê romannivîs Cîhan Yıldırım, kitêbên xwe îmze dikir. Wê rojê ez rabûm çûm fuarê, standa Weşanxaneya J&J û min pirsa wî kir. Mixabin, ez dereng mabûm û min, mamoste Cîhan Yıldırım nedî. Lê min romana wî a bi navê ‘Mîrê Çiyayan: Koçero’ kirî û vegeriyam malê. Mamoste Cîhan Yıldırım, gundiyê min e û ew jî, ji Bêkendê ye. Gundê Bêkendê, gundekî kevnare ye û girêdayî, navçeya Gurdila ye. Mixabin, ne bû kismet ku em hev binasin û hinekî jî, li ser xebat û berhemên wî, bipeyîvin. Lêbelê, piştî vegerê min dest bi xwendina romanê kir û xwendina wê qedand. Bi xwendina romanê, ez daketim bîranînên xwe yên zarokatiyê û xewn û xeyalên xwe. Wekî tê zanîn ku Koçero, lehengek î efsaneyî ye û miletê me, lê xwedî derketiye û gelekî, hatiye hezkirin. Bi qasî 12-13 salan li serê çiyê jiya ye, eşkîyatiyê kiriye û mixabin, ji aliyê hêzên çekdar yên dewleta tirk ve hatiye kuştin. Dema min romanê xwend, ez vegeriyam wan rojên xwe yên zarokatîyê. Dema ez 12-13 salî xwendekarê dibistana navînî bûm, hinekan digot li çarşiya bajarê Sêrtê li ber dikaneka solan, sola Koçero daleqandî ye û nimra sola wî, 55 nimre ye. Rojekê, li bajêr ezmûna me hebû û bi qasî, 15-20 xwendekar, ez çûne bajêr. Piştî ku me ezmûna xwe qedand, rasterast me berê da wê dikanê û em çûne wir. Erê rast gotibûn, li ber dikanê cotek solên qerase ku dişibiyan cizlewêtan, hatibûne daleqandin û digotin, ev sola Koçero ye. Piştî dîtina solan, me wî wekî mirovekî qirase ku dişibe dêwan, xeyal kir. Piştî ku em vegerîyan qezê. me ji gelek hevalên xwe re qala sola Koçero kir û me biryara xwe da ku em herin şikefta wî jî, bibînin. Şikefta ku jê re digotin Şikefta Koçero, li Girê Zenga bû û dihate gotin ku Koçero, demekê dirêj, li wir jiya ye. Bi qasî 10-15 zarok, bi tirs û meraqeke ecêb, me xwe berda şikeftê û me da dû şopa Koçero. Şikefteke kûr û fireh, lê tarî bû. Li nîvê şikeftê, goleke biçûk hebû û me ji bilî çend hestiyên heywanan, tiştek din nedî. Em hinekî jî tirsiyan û ji şikeftê, derketin. Lê piştî vegerê, me ji hevalên xwe re behsa şikeftê kir û bi çûna şikefta Koçero, me xwe dipesinand. 
 
Ez li qezê hatime dinyayê û li wir, mezin bûme. Lêbelê, bi maliyên xwe re, çend caran ez çûme gundê dê û bavê xwe, gundê Bêkendê, ku bi berfirehî di romanê de tê nasandin. Bi taybetî jî çûna ziyareta tirba Şêx Hiseyn, ji bo me dibû mîna rojekê mihrîcanê. Li ser tirba wî, xwarinên gelek xweşik dihatin çêkirin; bi taybetî jî savar, goşt û eprax, xwarinên sereke bûn û didane hemû mirovên ku hatine ziyaretê. Di romanê de, wiha behsa gund û tirba Şêx Hiseyn tê kirin: ‘Gundê Bêkendê, li quntara çiyê bû. Şahîyên gund, dîlanên wê, dezgîranên wê û mêvanperwerîya wê, zehf xweş bûn û tu carê, nedihatin jibîrkirin. Ev mirovên dilgerm û rûken, di hin rojên salê yên dîyarkirî de, diçûne ziyareta tirba Şêx Huseyin ku hinekî dûrî gund bû. Ew roj, rojana xwarinê bû. Wekî mihrîcanê bû; her malbat, xwarin û vexwarinên ku ligel wan peyda dibûn dianîn. Fêkî û zerzewatên curbecur, gûz, behîv, benî, mewîj, bastêq, kûliçe û gelek xwarinên bigoşt dihatin amadekirin. Vexwarinên jêneger jî, dewê meşkê û ava zemzemka ku ji çiyê derdiket bû. Ev xwarin û vexwarin, yek bi yek li ser sifreya erdê dihatin rêzkirin sifrê, dixemilandin. Bi vî awayî, firavîn dibû şahîyek.’ Bi xwendina van hevokan, ez carekê din li zarokatîya xwe vegerîyam û cih û warên ku têne gotin, dîsa hatin ber çavê min. Berdayî nabêjin ‘zarokatîya meriv, bihuşta meriv e’ û bihuşta min jî, bîranîn û serborîyên min yên zarokatîyê ne. Wekî gotina dawî, dixwazim derbarê romanê de jî hinek agahîyan bidim û gotina xwe biqedînim. Belê, romana ‘Koçero’ li ser jiyana lehengekî kurd e ku li dijî zilm û zora axa û feodalên kurd, serî hildaye. Di romanê de, derbarê navçeya Misircê (Gurdilan) û gelek gundên ku girêdayî navçeyê ne de, agahîyên balkêş hene. Roman, dîmeneke wan rojan raber dike. Zimanê romanê, gelekî herikbar e û xwendina wê, meriv nawestîne. Hinek kêmasîyên rêzimanî û redaksîyonê di romanê de xwiya bikin jî, bi giştî meriv dikare bibêje ku serkeftî ye û dikare, were xwendin. Kitêb, ji aliyê Weşanxaneya J&J ve di sala 2015an de hatiye weşandin, 174 rûpel e û redaksîyona we, ji aliyê Nûjîn Biharî ve hatiye kirin. Bi hêvîya gelek romanên baştir, ez destxweşiyê li mamoste Cîhan Yıldırım û berpirsên Weşanên J&J dikim. 

Alî Gurdilî 
18.04.2019