Romana ‘LEQAT’ê û Têkoşîna Binemalên Welatparêz
Romana ‘LEQAT’ê û Têkoşîna Binemalên Welatparêz
Berîya 4-5 mehan, kek Receb Dildar li bajarê Îzmîrê bû û li Weşanxanye Na’yê romana xwe a ‘Leqat’ê îmza dikir. Bi keyfxweşî ez jî çûm û min destxweşiyê, li kek Receb Dildar kir. Gelek dost, nas û xwendevanên kek Receb Dildar li weşanxaneyê amade bûn û ji temamîya masayan, axaftina kurdî bilind dibû. Atmosfera avahîyê, gelekî baş bû û hema bêje, temamîya mêvanan, silavê li hev dikirin û hal û hewalê hev dipirsîyan. Ez jî ketim dora îmzayê û kek Receb Dildar, romana ‘Leqat’ê, ji bo min jî îmza kir û piştî ku bi qasî çend deqîqeyan, me halê xwe pirsî, ez rabûm çûm çend kesên nas û beşdarî sohbeta wan bûm. Rastî, çalakîyên bi vî rengî, di nav civaka me de gelek kêm in û loma jî, gelek kes fersenda hevnasînê peyda nakin. Lê li vir xweş xwiya dikir ku ev fersend hebû û keyfxweşîya mêvanan, xweş diyar dibû. Piştî çend rojan, min dest bi xwendina romanê kir û bi dilxweşî, min xwendina wê temam kir. Lê heta a niha, min fersend peyda nekir ku li ser romanê wekî xwendevanekî çend dîtinên xwe yên şexsî, raberî xwendevanên kurdî bikim.
‘Leqat’ di Tebaxa 2018an de, li Diyarbekir ji aliyê Weşanxaneya Dara’yê ve hatiye weşandin û 180 rûpel e. Redaksiyana kitêbê, gelekî baş e û ji aliyê Memê Mala Hinê ve redakte bûye. Kurdîya romanê, zelal û herikbar e û xwe, bi xweşî dide xwendin. Desta ewil divê bibêjim ku, navê romanê gelekî balrakêş e û bala meriv, diçe ser navê romanê. Bi xwendina romanê, meriv baş têdigihêje wateya navê wê û rewşa civaka me kurdan ya di dema serhildanan de. Bêhna romaneke dîrokî, ji romanê tê û di destpêkê de, Serhildana Şêx Seîd bi awayekî berfireh hatiye gotin. Roman, ne tenê behsa serhildanê, herweha behsa rewşa kurdên wê demê, rewşa mal, malbat û binemalên kurd û têkîliyên wan dike. Bi zimanekî edebî bêtifaqiya kurdan, rikeberî û dijberiyên navxweyî, xweş hatiye nivîsandin. Dema meriv romanê dixwîne, ji meriv re wiha tê ku dê mijar wiha zû bi zû neqede û çend romanên din jî, dikarin ji romanê derkevin. Lêbelê, têkiliya beşên romanê bi hostayî hatiye honandin û bûyerên ku diqewimin, wesfên tarîxa xwe xweş vedibêjin.
Piştî xwendina romanê, min vê pirsê ji xwe kir: Gelo heta a niha di çend romanên kurdî de (ne bi zimanekî din), bi berfirehî têkoşîna mal, malbat, binemal û eşîrên kurdan, hatiye nivîsandin? Li ser têkoşîna kesayetên kurd yên welatparêz, gelek roman hatine nivîsandin. Lêbelê, heta a niha gelo di çend romanên kurdî de bi awayekî giştî, têkoşîna mal, malbat yan jî eşîrên kurdan, hatiye nivîsandin? Di romana ‘Leqat’ê de, meriv têkoşîn û dîroka malbateke kurd a welatparêz dixwîne û ev yek, xweşiyeke cihê dide meriv. Wekî gotina dawî jî, ez bi dilekî xweş dibêjim kesên ku ‘Leqat’ê bixwînin, dê poşman nebin û derbarê dema Serhildana Şêx Seîdê gorbihişt de, dê xwe bigihînin gelek agahiyên balkêş. Bi hêvîya gelek romanên din, ez destxweşiyê li kek Receb Dildar û kedkarên Weşanxaneya Dara’yê dikim.
Alî Gurdilî
07.04.2019 / Îzmîr