Sade, Basîd, Asan (Simple)
Sade, Basîd, Asan (Simple)
Dema weşanê: Adar 11, 2019, 1:06 Dîtin: 678
Sade, Basîd, Asan (Simple)
Nav û nûçikê ku 1- a ku dabeş nabe û ne tevlîhev e, 2- a ku ne hevedudanî ye, ne yekbend e û bi serê xwe ye, 3- a ku bi hêsanî meriv dikare wê analîz bike, 4- a ku pêşîn û bingehîn e, 5- a ku meriv nikarê wê daxîne ser tiştekê din, vedibêje. Li gor vê yekê atomên atomparêzan, ji ber ku dabeş nabin sade (basîd) ne. Monadên (cewherên hêza gerdûnê) di monadolojiya Leîbnîzî de ji ber ku perçe nabin, sade (basîd) ne. Lewre, ji bo pêkhatina perçeyên yekbûyî, pêdivî bi perçeyên (cewherên) sade heye. Descartes jî, navê xwezayên sade li hêmanên ruhî yan cismî kiriye, ku dikarin bi serê xwe hebin û yan jî, werin zanîn. Di mijara pêşniyariya de jî, pêşniyariya (önerme, proposition) ku ji barbir (kirde, özne, subject), bargir (yüklem, verb, lêker) û gihînekekê pêk tê, pêşniyariyên sade (basîd) ne. tr: basit / fr: simple / al: einfach /os: sâde, üryân
 
Çavkanî
Ferhenga Felsefeyê - Ali Gurdilî