Sê Pirsên I. Kant
Sê Pirsên I. Kant
Immanuel Kant, di kalitiya imrê xwe de di nameyekê de dinivîsîne ku temamiya xebatên xwe, spartiye sê pirsan ku ew jî ev in:
1- Em dikarin bi çi bizanibin?
2- Em dikarin çi bikin?
3- Em dikarin ji çi bawer bikin?
Tiştê balkêş ew e ku meriv dikare bibêje di hemû dewr û dewranan de, pirsên wî li ser kar in û berbelav in. Çimkî, piştî Kantî jî gelek ramangir û feylesofan, heman pirsan ji xwe kirine û xwestine ku xwe bigihînin, bersivên ayan. Pirsa yekem, bi zanînê re têkildar e: ‘Dinya çawa çêbûye?’, ‘Ez çawa dikarim bi tişteke bizanibim?’, (Ji bo Kantî ev pirs girîngtir bûye) ‘Ez çawa dikarim derheqê wî tiştî de xwe bigihînim zanayiyeke misoger û zelal?’ Pirsa duyem, bi tevger û kirinên me re têkildar e: ‘Ez çawa dikarim jiyana xwe versat bikim?’, ‘Ez çawa dikarim bi ser bikevim?’, ‘Ez çawa dikarim bi xelkê re zêdetir aşt bim?’ û hwd. Pirsa seyem, bi baweriyên me re têkildar e: ‘Gelo meriv dikare bibêje ku hêzeke raserê me heye?’, ‘Îradeya me azad e yan na?’, ‘Li gerdûnê herhebûnî heye gelo?’ û hwd. Xweş xwiya ye ku ev sê pirsên sereke di roja me de jî li ser kar in û berbelav in. Lêgerîna bersiva wan jî, wesfekî gerdûnî nîşan dide û berdewam e.
Ali Gurdilî
13.04.2016
Çavkanî: Dîroka Felsefeyê – Ali Gurdilî