Serî Hildidim, Nexwe Em Hene
Serî Hildidim, Nexwe Em Hene
Dema weşanê: Adar 11, 2019, 1:05 Dîtin: 676
Serî hildidim, nexwe em hene (I rebel therefore we are)
Gotina Albert Camusê feylesofê hebûnparêz ê navdar, ku ji gotina hemwelatiyê xwe Descartesî îlham girtiye. Wekî tê zanîn, René Descartes jî gotibû ku ‘difikirim, nexwe ez heme. / cogito, ergo sum.’ Meriv dikare bibêje ku ev gotin, mîna bingeha felsefeya Albert Camus tê nirxandin. Li gor nêrîna Camus hebûnatî tewş e, çimkî îdeal û daxwazên mirovî û  guhnedêrî û bêdengiya dinyayê a dûrî aqil, tûşî hev dibin. Çareseriya vê yekê jî ne rev yan jî xwekuştin e, bi awayekî jidil serhildan e. Çawa ku cogito sparteka felsefeya Descartes bû, Camus jî vê gotinê kiriye sparteka felsefeya xwe û xwestiye ku bi rêya serhildanên şexsî, bîreweriyeke kolektîv biafirîne û vê yekê, li dijî rejîm û rêvebiriyên zordest, bike rêya felatê. tr: başkaldırıyorum, öyleyse varız. / fr: je me révolte, donc nous sommes.
 
Çavkanî
Ferhenga Felsefeyê - Ali Gurdilî