Şîreta Arîstotales
Şîreta Arîstotales
Dema weşanê: Adar 18, 2019, 11:58 Dîtin: 637
'Şîreta Arîstotalesî ya derbarê têgihiştina dinyayê de ew e ku dibêje divê em tu carî ji bîr nekin ku dinyaya ku em dixwazin fam bikin, ev dinya ye. Li hemberî bûyerên vê dinyayê em şaş û ecêbmayî jî bimînin, divê em tu carî baweriya xwe bi wan şiroveyên ku azmayîşên me înkar dikin neynin. Lewre armanca lêpirsînên me, daxwaza me ya têgihiştinê ye. Ji bo bawerîpêanîna tiştekî ku hatiye serê me, destjêberdana serboriyan dişibe zarokekê ku meriv ji nişkave dahf dide nava ava golekî. Arîstotales ji vê prensîpê re dibêje ‘rizgarkirina xwiyabûniyan’. Ev gotin mîna gotineke sivik yan bêwate xwiya bike jî, ji ber wê prensîpa girîng ya ku di dilê xwe de dihewîne, ji aliyê gelek feylesofan ve heta roja me jî gelek caran hatiye bikaranîn. Platon û Arîstotales, di dîroka felsefeyê de xwediyê du ferasetên mezin û destnîşankar in ku feraseta wan, temamiya dîroka felsefeyê xistiyê bin bandûra xwe û wesfandiye.'
 
Çavkanî
Dîroka Felsefeyê - Ali Gurdilî