Têgeha 'Baş' di ramanên Platon ‘B.Z.427-347’ de
Têgeha 'Baş' di ramanên Platon ‘B.Z.427-347’ de
Dema weşanê: Adar 7, 2019, 11:50 Dîtin: 828
Têgeha 'Baş' di ramanên Platon ‘B.Z.427-347’ de
Platon, ji wan lêkolînên Sokratesî yên li ser babeta erdemê bûn, dest bi xebata xwe kiriye. Ji bo xebatên Platon jî, mirov dikare bibêje ku etîka Platon jî bextewarîparêz e. Lewra li gorî Platon jî, başiya herî bilind bextewarî ye. Platon, li wê bextewariyê digere, ku ev yek armanceka mirov a xwezayî ye û dixwaze ku fêhm bike, ka ew çi ye gelo? Platon, di diyaloxên xwe de herdem li ser erdem û bextewariyê rawestiya ye, wan daye nasandin û hewl daye, da ku rêbazên bextewariyê fêrî mirovan bike. Li gor felsefeya Platon: Bextewarî (dilşadî, bextiyarî), xwedîtiya başiyê ye. Baş, ew tişt e ku hemû kes wê/wî dixwazin. Platon dema ku li ser pirsgirêkê hûr dibe, ne şexsan, lê civakê dide ber çavê xwe. Ji zêdetirê mengiya şexsî, ew berê xwe dide mengiya civakî. Platon, ne behsa miroveke gihaştî (kamil, tekûz), lê behsa civateka gihaştî dike. Li gor nêrîna wî: Baş a herî bilind, ji yekîtî/tevlîhevbûna zanayî û kêfê pêk tê ku yekîtî/tevlîhevî jî, li gorî pîvana a spehî û rastiyê çêdibe. Erdem; aheng, rastî û rêkûpêkiya rih/giyan e. Xirabî jî, xirabûna vê rêkûpêkî û ahengê ye. Mirov çuqasî xwedîerdem be, hewqasî jî azad e. Lewra rihê mirovekê wiha, ji aliyê aqlê wî ve tê kargerandin. Jiber ku aqlê wî serwer e, ew mirovekê xwedîerdem e, bextewar e, xwedîpîvan û aram e. Ew mirovê ku êsîrê bengîniya xwe ye jî, ew bedbext, serberdayî û ne aram e. Platon, dema ku di felsefeya xwe ya gelemper de behsa têgeha 'Baş' dike, mirov dikare bibêje ku ji dazanîna Sokrates behrirehtir li mijarê hûr dibe. Dilêrîna Sokrates ya têgeha baş, di esasê de mirov dikare bibêje ku li hemberî dilêrîna Sofîstan serhildanek e. Felsefe û dinyabiniya Sofîstan, seranser li ser hîmên berjewendî û li xweşê hatinê hatibû damezrandin. 

Mesela Protagoras wiha digot: ‘Ez Sofîst im û mirovan perwerde dikim. Ev çend sal in ku ez di nava vê hunerê de me. Xorto! Ger tu li cem min bimînî, dê tu ê ji roja ewilî ve bigoherî û dê tu ê baştir bibî. Her roj, wê tu ê baştir bi pêşve biçî. Tiştên ku wê ez ê fêrî we bikim, ev in: Di karên malbatî û dewletê de têgihiştina hêza kargerandinê û di siyasetê de pêdiviyên bihêzbûnê. Ez ji bona yek tiştekî sozê didim ku wê ez ê, wan mirovên azad bikim mirovên şehraza.’ Wekî ku xwiya dike; mirovî dibîne ku Protagoras têgeha BAŞ, hima hima bi berjewendiyê re wekehev dibîne û vê têgehê, di pratîkê de dike tiştekî kêrhatî. ‘Pîvana hemû tiştî, mirov e. Hemû tişt, xwe ji min re çawa bidin xwiyakirin; ew wiha ne. Ji te jî çawa xwiya bikin, ew wisa ne. Ji bo yên ku diqufilîn; ba serma ye. Lê ji bo yên naqufilin jî, ba ne serma ye.’ Protagoras, bi van gotinên xwe re mirovan weke pîvana hemû tiştî dibîne û rê, li îzafiyetekê nirxî vedike. Heçî Platon e, ew di 'Zagon-Yasaya' xwe de dibêje: ‘Pîvana hemû tiştî, Xwedê ye.’ Û bi vê ramana xwe re jî dixwaze xwe bigihîne mutleqîyeteka nirxî û aheng û dengeyekê (parseng) bigîhîne jiyana mirovan. Em ramaneka bi vî rengî, li cem Demokrîtos jî dibînin ku gotibû: ‘Ji bo hemû mirovan, heman tişt baş û rast e.’ Platon ramanên Herakleîtos jî napejirîne, ku gotibû: ‘Hemû tişt, di herk û bûyînekê de ne û diguherin.’ Platon, li hemberî vê yekê nerazîbûna xwe nîşan dide û wiha dibêje: Zanayiya tiştekî ku herdem diguhere tune û mirov nikare jê, tu zanayiyan bidest jî bixe.’ Ji ber ku ew jî di dewreka tevlîhev de dijiya, ku di wê dewrê de jî şer û pevçûn hebûn; ew jî di nameya xwe ya VII. ê de dibêje ku: ‘Min piştî ku dît hemû tişt bêarmanc dihejin û diguherin, ez ecêbmayî mam û ez bêhêvî mam.’ Herçuqasî, ew li hemberî ramanên Herakleîtos radibe jî, lê dîsa jî mirov dibîne ku di felsefeya wî de, ramana guherinê û herkbûna hemû tiştî heye û ev yek, bûye hêza dahfdana felsefeya wî. Lewra Platon dixwaze nîşan bide ku, li pişt wan tiştên guherînek ku herdem diguherin û di herk û bûyînekê de ne; mînak yan hilikek naguher heye. Platon, navên wan mînakên ku naguher in û her dem wek xwe dimînin, datîne Îdea.  Platon, wek heyîneke li îdeayê mêze dike û li gorî wî, îdea tiştekî herî rasteqîn e. Di jiyana rojane de, hemû ew tiştên ku em wan dibînin, rastê wan tên an wan dinasin, ew qopyayên îdeayan in. Îdea, li gorî qopyayên xwe rasteqîn in. Lewra qopyayên Îdeayan, girêdayê demê ne û bi demê re jî, ji holê radibin. Lê, ew îdeayên ku em dikarin ji bo wan bibêjin ku ew rasteqîniyên resen in; ew tu caran naguhorin, heyînên bêdestpêk û bêdawî ne. Platon wiha difikire ku, em ancax dikarin di derheqê îdeayan de zanayiyan bidest bixin. Platon, di wê şibandina xwe ya şikeftê de wiha dibêje:  <Yên ku hemû nesneyan ronî dike, îdeaya baş e. Îdeaya baş, çavkaniya wê ronahî û tava (roja) ku hemû nesneyan ronî dike, ye û ew, çavkaniya hemû zanayî û heyîna ye.’ Platon dîsa dibêje ku: ‘Îdeaya baş, raserî hemû îdeayên din e.’ Platon, vê îdeayê di nava wê sînorên dinyaya ku mirov têdigihêjî de dibîne. Mirov, bi hêsanî nikare wê îdeayê bibîne. Ji bo dîtina wê, pêwist e mirov bizanibe ku hemû tiştên baş û delal, jê têtin. Di dinya xwiyakirî de ya ku ronahiyê diafirîne û belav dike, ev îdea ye. Di dinya têgihiştî de jî, rastî û têgihîn, jê têtin. 

Mirov, ancax piştî dîtina wê; dikarin di jiyana xwe ya hûndirîn û derveyî de, bi zanyarî tevbigerin. Piştra, Platon wê lêgerîna xwe ya başiyê didomîne. Ew têgeha ku ji aliyê hemû kesan ve, li ser navê başiyê lê tê gerîn û wekî miraza jiyanê tê dîtin. Ew têgeha beyî ku bizanibin ew çi ye, bi tenê girîngiya wê hîs dikin. Lewra, ew tiştekî herî bi nîrx, raser û baş e. Platon, di destpêkê de dev ji eslê têgeha baş berdide û hewl dide da ku beşeka vê têgehê, yeka ku gellekî dişibe wê an hevramaneka vê têgehê ye; ji me re vebêje. Li gor nêrîna wî: Hin tiştên ku hene, ji xwe ew spehî (delal) ne û ji xwe, baş in. Lê bi van tiştan re hin nesneyên din jî hene ku, ew jî xwediyê yek heyîneka naguher in. Yanê, xwediyê yek îdeayekê ne. ‘Gellek tişt xwiya dikin, lê nayên têgihiştin. Lê îdea, têne têgihiştin. Lê, ew xwiya nakin.’ Tiştên ku xwiya dikin, em wan bi hêza dîtinê dibînin. Çavên me çuqasî rind bibînin bila bibînin; ew tiştên ku xwiya dikin, ew çuqasî rengorengo bin bila bin; heke pergaleka sêyemîn tevlî kar nebe, çav wê wan nebînin û dê ew reng jî xwiya nekin. Ev pergal, jî şewq yan jî roj (tav) e. Platon, rojê weke tayê têgeha baş û beşeka wê dihesibîne. ‘Ew tiştê ku ez dibêjim têgeha 'Baş' aniye holê, ew roj e. Baş, rojê ji bo xwe weke ta afirandiye.’ Di vê dinya xwiyakirî de ji bo çav û wanekên xwiyakirî roj çi be, di wê dinyaya têgigihiştinê de jî BAŞ, ji bo raman û tiştên ku têne hizirîn ew e. Tiştê ku rasteqîniya nesneyan dide wan û hêza zanînê dide mejiyê mirovî, îdeaya Baş e. Ji hêla zanînê ve îdeaya baş, çavkaniya rasteqînî û zanistê ye. Zanist û rasteqîn çuqasî delal bin bila bin, ji vê yekê bawer bike ku Baş, ji wan êdî raser e. Di dinyaya xwiyakirî de hizra nêzîkbûna şewqê û çavan, rast e. Lê, wan wekî rojê hesibandin çewt e. Mîna vê yekê, li dinyaya têgihiştinî de zanist û rasteqînê wekî 'Baş' ê dîtin çewt e. Cihê ‘baş’ ê bêguman raserî herduyan e û ji wan gelekî bilindtir e jî. Platon, têgeha ‘baş’ mîna sedemê gerdûnê yên resen dibîne û vê têgehê, dike tiştekî mitleq. 'BAŞ' a wî, di heman demê de maneyeka olî û razdar (mîstîk) jî werdigre. Platon dibêje ku erdem, ne kit e; ew pirr e û ji bo her beşekê rih, erdemek heye. Ev erdem jî: 1- Sophia - Zanyarî 2- Andreîa - Mêrxasî 3- Sophrosyne - Pîvanetî 4- Dikaiosyne - Rastî 5- Osiotes - Xwedîolîtî ne.

Zanyarî, bi aqil ve girêdayî ye û serwerê giyan (rih) e. Mêrxasî, di demên xeternak an nexeternak û xweş an nexweş de; ew tevgerên me yên ku em wan nîşan didin, e. Pîvanîtî û rastî jî, erdemên gelemper in û ahenga yekkeriyê pêk tînin. Platon rastiyê, weke erdema herî raser dibîne ku ev erdem, hemû erdemên din li cem xwe dicivîne. Zanyarî, rastiya têgihanê ye. Mêrxasî, rastiya dil e. Xwedîolîtî jî, rastiya di navbera me û Xwedê de ye. Hasilê, exlaqa Platon berawajiya Sokrates û dibistanên Sokratesî (Sokratparêz), civakî ye. Lewra, ew ne tenê li riya berxwîdariya miroveke; lê ew li riya berxwîdariya civakê digere û çawa ku me berê vegot, gerûya (odaxa) vê exlaqê jî, îdeaya Baş e. 
 
Çavkanî
Dîroka Felsefeyê - Ali Gurdilî