Têgeha 'Baş' di Ramanên Stoaparêzan (Stoîsizmê) de
Têgeha 'Baş' di Ramanên Stoaparêzan (Stoîsizmê) de
Têkiliya me ya bi ehlaqa Stoa re, ji çend hêmanên (prensîpên) wan tê, ku berê ji aliyê wan ve hatibûn pêşkêşkirin. Ev hêman jî, 'vegera xwezayê' û 'guncanîtiya xwezayê' bûn ku di sedsala 18an de bîbûn mîna ramanên serwer. Zenonê Qibrîsî (B.Z.336-264) damezranerê felsefeya Stoa ye û ev felsefe, di heyama Hellenîstîk de felsefeyeke gelek girîng e. Stoaparêzî, bidestxistina azadiya ehlaqî ya mirovan, ne bi înkarkirina kevneşop û hemû medeniyetê, lê bi siruştîtiyekê (xwezayîtî) herî bilind û bi mirovahiyeke rasteqîn, pêkan dibîne. Stoaparêz, hêmana guncanîtiya xwezayê ji felsefeya xwe re dikin hêmaneke bingehîn û bi vê yekê re jî, dibine xwediyê nêrîneka pantheîst. Bêguman, di vê nêrîna wan de Herakleîtos xwedîbandûr e. Tê gotin ku cara yekemîn felsefe ji aliyê Zenon û Soli Chrysippus ve, bi navên vac (mentîq), fizîk û etîkê, bi sê navan hatiye dabeşkirin. Lê giraniya felsefeya Zenon, li ser etîkê (ehlaqê) ye. Ew kesên ku haya wan ji qîmeta nesneyan û di gerdûnê de cih û wateya mirovî tunebe, ew kes nikarin tevgerên bierdem nîşan bidin. Ji ber vê yekê jî, nikarin xwe bigihînin bextewariyê. Bi vî awayî zanayî, erdem û bextewarî, di dazanîna Stoa de dertêne pêş. Li gorî Stoaparêzan: Zanayiya rast, rê li tevgera rast vedike. Ango, ji ramana yekîtiya zanayî û tevgerê, derbasî miraza zanyariya ehlaqî dibe. Di dazanîna Stoa de, aqil û xweza wekehev in. Erdem, guncanîtiya xwezayê û aqil e. Ango, li hemberî zagona xwezayê stûxwarkirin, hêmanek bingehîn ya ehlaqa Stoa ye. Li gor nêrîna Zenon: Zanyar, kesên xwedîerdem in û dijberê erdemê, ango xirabî jî li cem wan peyda nabin. Di xirabiyê de, rih ji sebebê zordestiya hêzeka mezin wê yekîtiya xwe winda dike û di encamê de, ji wê rewşa xwe ya xwezayî dûr dibe. Ev yek jî, rê li tevgerên xirab vedike. Zanyar, pêwîst e di daxwaz û tevgerên xwe de ji hestgermiyê dûr bin. (apatheia) Di dawiyê de mirov dikare bibêje ku ehlaqa Stoa bi wê mengiya xwe ya zanyariyê, ehlaqeke xweser e û dazanîneka şexsî ye.
Çavkanî
Dîroka Felsefeyê - Ali Gurdilî