Theodor Adorno
Theodor Adorno
Dema weşanê: Adar 19, 2019, 12:53 Dîtin: 662
'Serweriya li ser tiştan, veguheriya ye serweriya mirovan û civak, bi serwerî, hêz û zordestiyê re bûye yek. Dema ku civak bi serweriyê re tê fikirîn, wê demê jiyana intelektuelî û kulturî jî, xwe digihîne rewşeke standart (tekteşe) û dibe xwediyê nasnameyeke hişkebawer û parastkar. Di civakê de xwe civandina hêzê, rê li ber geşbûnî û pêşveçûnan girtiye û çînên civakî yên ku xwediyê haletên teknolojîk in û dibêjin em ê civakê dewlemend bikin, heman haletan ji bo ku bikaribin zordestiyê li xelkê bikin, bikar anîne. Ev rûdan jî ne li gor xwezaya wekhevî, serbestî û edaletê ye, lewre bi vê yekê pêşveçûna rasteqîn ji holê radibe û dibe sebebê paşveçûnî (regression) û hovîtiyê.'
 
Theodor Adorno (1903-1969)
Werger: Alî Gurdilî