Xwedê Hebe, Azadî Tune
Xwedê Hebe, Azadî Tune
Dema weşanê: Adar 7, 2019, 2:11 Dîtin: 859

Nietzsche û Sartre: Xwedê Hebe, Azadî Tune

Nietzsche û Sartre gotine ku encax bi nebûna Xwedê, em dikarin behsa serbestiya mirovan bikin. Wate heta ku Xwedê hebe, mirov ne serbest in. Lewma Nietzsche gotiye ku li Ewropayê baweriya Xwedê û ehlaqê filehtiyê ya klasîk ku xwe spartiye vê baweriyê, têk çûye û hilweşiya ye. Û gotiye ku ev yek, rewşeke pirr tirsîner e û wiha pêde çûye: ‘Heyîna herî pîroz û hêzdar di bin derbên xencerên me de, di xwînê de ma. Ev bûyerek e pirr mezin e û mirov nikarin, ji bin bandûra vê buyerê rabin.’ Nietzsche vê rewşê, mîna rewşeke mecbûrî dibîne û li gor baweriya wî, ji bo hebûna hejahî, azadî û ehlaqê mirovî, divê heyîneke ku xwediyê hêzeke bêsînor û bêdawî ye (Xwedê), tune be.

Lewre yên bêdawî û bidawî, yên tekûz û ne tekûz, yên tam û kêm, nikarin di heman dinyayê de bihewin. Heke bihewin jî, dê yê kêm û bêhêz, bibe kole, dê xwe radestî yê raser (hêzdar, bêdawî, tekûz) bike û dê nikaribe cewher û ehlaqê xwe biafirîne. Lewma jî ji bo ku mirov bikaribin bi serbestî xwe biafirînin û bijîn, divê dev ji Xwedê berdin. Sartre jî, mîna Nietzsche difikire û li gor baweriya Sartre hebûna mirovî, beriya cewherê tê. Hebûnatiya mirovan û hatina wan ya vê dinyayê heye û mirov cewhera xwe, bi (destê) xwe diafirînin. Heke Xweda yan afirandêrek hebe, nexwe cewhera mirovî jî heye û ev cewher, beriya hebûnê tê. Bi gotineke din heke Xwedê hebe, azadî tune û mirov ji hêz û îmkana afirandina cewhera xwe, bêpar e. Ji bo hebûna hêz û îmkana afirandina cewhera mirovî, divê Xwedê tune be.

Çavkanî

Dîroka Felsefeyê - Ali Gurdilî