Zahirîparêzî
Zahirîparêzî
Dema weşanê: Adar 11, 2019, 1:10 Dîtin: 664
Zahirîparêzî
Mezheba îslamî a îtîkadî (baweriya ji dil, dilinî, hişkebawer) ku li Kurtubayê derketiye holê û ji aliyê emevîyên Endulusî ve, mîna mezhebeke fermî hatiye pejirandin. Zahirîparêz di Qur’anê de, girîngiyê didine wateyên zahirî (xwiyakirî) yên ayetan û bi tu hawî, wateyên wan yên mecazî qebûl nakin. Li gor baweriya wan, dîn îlahî ye û berhevî (qiyas, comparison) jî, aqilane ye û meseleyên dînî, bi aqlê mirovî çareser nabin. Li gor nêrîna Zahirîparêzan, bi rêya şirovekirina Qur’an û hedîsan, bidestxistina wateyên nû hem xelet e û hem jî vala ye.  
 
Çavkanî
Ferhenga Felsefeyê - Ali Gurdilî