Zenonê Qibrisî
Zenonê Qibrisî
B.Z. di navbera salên (335-263) an de jiya ye, feylesofek î yewnanî û damezranerê ekola Stoayê ye. Li Akademîayê, bi beşdariya Kratesî bi meseleyên felsefî mijûl bûye û perensîpên bingehîn yên felsefeya (ekola) Stoayê destnîşan kiriye. Li gor bîr û baweriya wî hemû tiştên ku hene, madî ne. Lêbelê, madeya gerdûnê (madeya ku gerdûnê pêk aniye), ne madeyeke pasîf e. Ji bilî madeya pasîf a li gerdûna ku xwediyê binyadeke guhêrbar e û tevdeyîyeke birêkûpêk e, hêzeke din jî heye û ew hêz, temsîliyeta hêmana aktîf û sazgêr dike. Ev hêza aktîf ji madeyê ne cihêreng e, lêbelê xwiyakirineke cihêreng a madeyê ye. Ew mîna bêhn (nefes) û herikana hewayê, herdem dilive û tiştekê, pirr zirav (tenik) e. Zenonê Qibrisî dibêje ku ew tişt, agir e û ku xwe berdide nava hemû tiştên heyî, yan jî li wan belav dibe. Taybetmediya herî esas a wî agirî, aqil e û di gerdûnê de, cureyê herî raser ê heyîna ye. Li gor baweriya wî xwedê, her tişt e. Wate, xwedê agir û bêhna ku hemû tiştan bi hev girê dide, ye. Agir, aqilê di xwezayê de ye û hêzeke, aqilane (rasyonel) ye. Zenon, gotiye ku xwedê agir û hêzeke aqilane ye û maneya vê yekê jî ew e ku aqil û prensîba aqlî, serwerên xwezayê ne. Made, wê prensîba aqlî di nava xwe de dihewîne û li gor wê prensîbê, xwe dilivîne. Livdariya madeyê jî yan jî xwelivandina madeyê a li gor prensîba aqlî, tiştê ku em navê qanûna xwezayê lê dikin, tîne holê. Di feraseta zanîniyê (bilgi, knowledge) a Zenonî de peyv, ramanan vedibêjin û bi bandûra nesneyan a li ser hişê (zihin, mind) mirovî jî, raman dertêne holê yan jî pêk tên. Hiş, di destpêkê de lewheyeke vala (tabula rasa) ye û hişê mirovî (tûrikê ramanî), bi bandûra nesneyan tê dagirtin. Nesne di cihokên mejî yên ku sehek wan pêk tînin de, derbas dibin û di hişê mirovî de, şopên xwe pêk tînin yan jî dihêlin. Têkiliyên dubare yên bi wan nesneyan re, çavdêrî û întîbayên meriv zêde dikin û bi saya vê yekê, hiş di serî de dimîne û bîra (memory, bellek) mirovî xurt dike. Bi vê rûdanê re, em ji nesneya pêşberî xwe derbas dibin û xwe digihînin, têgihên gelemperî. Li gor nêrîna feylesof dadbariya ku tiştekê bi başî yan xirabiyê diwesfîne, hilbera çavdêrî û întîbayên me ye. Di ramanên Zenonî de mirov jî perçeyeke dinyayê ne, heyîneke madî ne û ji agirê xwedayî, para xwe girtine. Agirê ku di nava mirovî de ye, xwe li hemû dera laşî radipêçe, lê nifûz dike, dilivîne û derfeta, têgihiştina cîhana der dide meriv. Li gor baweriya wî agirê ku di nava mirovan de heye, ruhê wan pêk tîne û ruhê mirovî jî, herî zêde xwe di aqil û aqildariyê de, xweş nîşan dide. Aqildariya mirovî jî zanîn, têgihiştin û tevgerîna li gor qanûna xwezayê ye.
Çavkanî
Ferhenga Felsefeyê - Ali Gurdilî