Ziman, Kesayetî û Helwesteke Beravêtî
Ziman, Kesayetî û Helwesteke Beravêtî
Dema weşanê: Adar 4, 2019, 11:11 Dîtin: 1076

Ziman, Kesayetî û Helwesteke Beravêtî

Ez êdî ji gotin û gazinên hinek kurdên ku ji ber zilm û zora dewleta tirkan hewar û gazinan dikin, bawer nakim. Hem behsa bindestiya xwe, nasnameya xwe a milî dikin û hem jî, dest ji zimanên serdestên xwe bernadin. Heta hinekan dest bi nivîs û berhemên (bê)edebî jî kirine, ku dixwazin bi wê tirkiya xwe a şikestî a ku dewletê bi darê zorê wan fêr kiriye, berheminên edebî jî biafirînin. Lêbelê, ne samîmî ne û tenê xwe dispêrin, toleransa miletê xwe. Meriv divê hinekî têgihiştiyê rewşa xwe be û li gor wê yekê tevbigere. Madem hûn rewşenbîr û nivîskarên kurd in, madem hûn rexnegir û romanivîsên kurd in, qe nebe li ber bîr û raya miletê xwe, bi zimanê miletê xwe binivîsînin. Pêdivî bi rûpoşan tune, hinekî jidil bin. Ka we kengê dîtiye ku tirkek rabûye xwe bi zanîn û afirandina berheminên kurdî pesinandiye?!!

Ali Gurdilî

Malpera Feylesof & Philosophia

16.10.2018